Li Girava Lampedusa keştiyeke ku koçberên ku  ji Safakesa Tûnisê bi rê ketibûn tê de bûn binav bû.

Di encama bûyerê  de 41 kes mirin. Hat ragihandin bes 4 kes hatin xelaskirin.

Kesên ku ji qezayê xilas bûn diyar kirin ku di destpêkê de 3 jê zarok 45 kes hebûn.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî, ji sala 2014'an û vir ve zêdeyî 14 hezar kes dema hewl didan ji welatên wekî Lîbya û Tûnisê derbasî Îtalyayê bibin, di deryayê de jiyana xwe ji dest dane.(ÎLKHA)