Ajansa Nûçeyan A Rejîma Sûrîyê SANA, daxuyand rejîma îşxalker a sîyonîst bi mûşekan Şamê hedef girt.

Di xeberê de weha hat gotin, “Sîstema me ya parastina hewayê hinek mûşekên neyar xistin xwarê.”

Ha destnîşankirin ku êrîş di seat 02.20an de pêk hatîye û di encama êrîşê de 4 leşkerên Sûrîyê mirin, 4 leşker jî birîndar bûn.

Rejima îşlxaker a sîyonîst, ji sala 2011an ku herba navxwe yê Sûrîyê dest pê kirîye heta niha li hinek cîhên leşkerî ya Sûrîyê êrîşan dike. (ÎLKHA)