Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Hindir yê Xezzeyê ve hat belavkirin de, girtina wan a di sala 2017-2019an de û hûrgulîyên sûcê wan bi cîh girtin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Cezayên îdamê ên ku hatin girtin, li gorî meddeya 415emîn a Qanûna Usûla Dadgehên Ceza yê 3 jimar a sala 2001an hatîye dayîn. Hemû qerar li ber sûcdaran bi yekîtîya dengan hatîne girtin. Ew ê cezayên îdamê bi daleqandinê pêk bên.”

Derheqê dîroka ku ew ê sîxûran kengê bên îdamkirin de daxuyanîyek nehat dayîn.

Li Filisînê, sûcên hevkarîya bi rejima sîyonîst re, cînayet û tiryakê bi îdamê tên cezakirin.

Rejîma îşxalker a sîyonîst ji sala 2007an heta niha dorpêçeke mezin li ser Xezzeyê kirîye. (ÎLKHA)