Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di seatên êvarê de li peravên Lampedusayê du botên koçberan bin av bûn.

Di encama bin av bûna botan de 2 cesedên yek jê pîrek yek jî jê zarok hatin dîtin û 57 koçber jî hatin xelaskirin.

Hat destnîşankirin ku di encama bûyerê de 30 kes jî winda ne. Li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê didome. (ÎLKHA)