Qeza, li ser rêya Akçakale-Rihayê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîte bi plaqeya 07 NZ 501 a ku di bin îdareya Emrah K. (22) de bû, ji paş ve li tira bi plaqeya 63 K 7791 a ku di bin îdareya H.Y. de bû qelibî.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên polês, îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Hat diyarkirin şofêrê wesayîtê Yunus Emre A. Yê ku di wesayîtê de asê mabû canê xwe ji dest da.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)