Rejîma îşxalker, li Kampa Cebera Kabetu ya ku li Erîhayê ye ji bona ku hinek ciwanên Filistînî desteser bike êrîşî xanîyan kir. Piştî êrîşê 4 ciwanan desteser kir. Rejima îşxalker xeyn ji vana li Beytullahîmê jî du birayan desteser kir.

Rejima îşxalker îro di seatên serê sibehê de jî êrîşî bajaroka Duraya El-Xelîlê kir û 3 ciwanan desteser kir. (ÎLKHA)