Bûyer, di demên şev li Mehela Barişê de pêk hat.

Li gor îddîayan, di navbeyna du cîranên ku ji berê ve navbeyna wan de neyarî hebû de gengeşî derket. Gengeşî bi carekê de zîvirî şera bi çek, kêr û daran.

Di dema şer de guleyên saçmayekî ku ji teref kê ve hatiye berdan nayê zanîn polîsek û 14 kesê ku di şer de bû ket.

Li ser agahdayîne ekîbên tenduristiyê û gelek ekîbên polîs hatin şandin cihê bûyerê.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e, lêpirsîna heqê bûyerê berdewam e. (ÎLKHA)