Bûyer, di nav trêna Ekspres Navend Jaipur-Mumbaiya ku li nêzê Îstasyona Palghara wîlayeta Maharaştayê ye de pêk hat.

 Li gorî medyaya welat, polêsek, di nav trêna ku diçû de gule li wezîfedaran yek berda û derbasê vagona dinê bû û li wê derê jî gule li 3 rêwîyan reşand.

Li gorî medyayên Îslamî yên ku li Hîndistanê weşanê dikin, polêsê ku navê wî Chetan Singh e, di nav trênê de pêşî li hevalê xwe yê polês dixe, dû re jî di nav trênê de digere û 3 Misilmanên ku nasnameyên wan tespît kir ku ew Misilman in bi çekan gule berê wan da.

Hat daxuyandin ku ev qetlîam, çalakîyeke li dijî Îslamê ye û polês bi qestî Misilmanan înfaz kirîye.

Di weşanên medyaya civakî de hat dîtin ku polês dema ku êrîşê kir dûre weha got, “Ger ku hûn dixwazin li Hîndistanê bimînin, wê ji Yogî (Serokwezîrê Uttar Pradeşê) û Modî (Serokwezîr) re ray bidin.” (ÎLKHA)