Qeza di saetên sibê de li ser vîyadûka Karakurtê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin otobusa rêwiyan a ku ji Erziromê ber bi Qersê ve diçû ji viyadûka 50 metre bilinde ket xwarê.

Li ser îxbarê ekîbên tenduristiyê, UMKE, cendirme û îtfaîye sewqî herêmê hatin kirin.

Hat diyarkirin ku di qezayê de mirî û birîndar hene.

viyadûka Karakurt-Horasanê ya Taşlı Guney-2 ya ku par temam bû û ji trafîkê re hat vekirin 574 metre dirêj û 120 metre bilind e. (ÎLKHA)