Di daxuyanîya ku ji teref Temsîlkarîya Êlih a Cemîyeta Mistezefan ve hat belavkirin de hat diyarkirin ku ew ê bi minasebeta “10 ê Miharremê Roja Aşûrayê” îro di seeat 21.00an de bi şîara “Hezretî Husêyn û Aşûra” ji xelkê re bernameyek li dar bixin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat îfadekirin ew bi zilam û pîrek hemû xelkê Êlihê jibernameya ku di derve de bê kirin re bang dikin ku bira beşdarî bibin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Lazimatîya hemû Misilmanan a ji zanebûna qiyama Hezretî Husêyn re heye. Dîsa wek di dewra Hezretî Husêyn de nirx û pîrozbahîyên Îslamê dûçarê heqeret û êrîşê dibin. Îdeolojîyên batil, fikrên ji rê derketî bi zorîtî ji însanan re tên dayîn. Rêya ku ew ê însanîyatê xelas bike, ji şopandina rêya serdarê şehîdan, şêrê Kerbelayê Îmam Husêyn ve derbas dibe. Di vê çarçoveyê de bi minasebeta meha Miharremê em ê bi şîara “Hezretî Husêyn û Aşûra”yê di 28ê Tîrmehê roja roja Înê de li Parqa Şerzan Kurtê  bernameyek li dar bixin. Hemû xelkê me yê Êlihê ji bernameya ku ew ê di derve de bê lidarxistin re dawetkirî ne.” (ÎLKHA)