Bûyer, li Taxa Dîcleyê di nav Çemê Dîcleyê de qewimî.

Alî Osman Atmacayê ku ket nav çem di nav çem de winda bû, ji ber vê yekê ji ekîbên polês û tenduristîyê re xeber hat şîyandin.

Ekîban, Atmacayê 50 metre dûrê ku ketibû nav avê dîtin.

Atmaca, bi ambûlansê ji Nexweşxaneya Dewlet a Bismilê re hat rakirin, lê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)