Serokê Giştî yê Partîya Refaha Ji Nû ve û Parlamenterê Stenbolê Fatîh Erbakan, bi minasebeta ji bo şehîd Sacît Pîşgînê ku di êrîşa li dijî Serokatîya Bajarê Edene yê HUDA PARê hatibû kirin û şehîd bûbû de ji Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Stenbolê re zîyareta şînê kir.

Di zîyareta ku di Navenda Giştî yê HUDA PARê de hat kirin de, ji Erbakan re Dogan Bekîyê Parlamenterê Srenbolê û lijneyek jî hevaltîyê kirin.

Zîyareta ku ji çapemenîyê re girtî hat lidarxistin seatek berdewam kir. (ÎLKHA)