Şewitandina Qurana Pîroz a li Swêdê û li welatên Ewrupayê di bin parastina polêsan de ji teref Misilmanên dinyayê ve dibe sedema bertekan.

Adnan Akgonulê Serokê Giştî yê Weqfa Evîndarên Pêxember, destnîşan kir ku ew ê di vê Yekşemê (30 Tîrmehê) de di seat 17.00an de li Qada Îstasyona Dîyarbekirê bi şîara “Hurmeta ji Quranê re” mîtîngek li dar bixin, hemû Misilmanan ji bona ku beşdarî bibin dawetî kir.

Akgonul, di daxuyanîya ku kir de, weha got, “Em ji 7ê heta 70î xelkê xwe ji bona ku beşdarî mîtînga Hurmeta ji Quranê re a ku bi armanca ku em girêdahîyên xwe yên ji Quranê re nîşan bidin û ev êrîşên gemar telîn bikin tertîp dikin re li hêvîyê ne.” (ÎLKHA)