Qeza, li ser Rêya Derodor a Taxa 71 Malan pêk hat. Li gorî îddîayan, du mînîbûsên karkeran û 2 wesayît ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 12 kesan birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên bajêr re hatin rakirin. Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)