Li gorî agahiya ku ji teref Navenda Ragihandina Polîsên Sîstan-Belûçistanê ve hat dayîn, hat diyarkirin ku kesên nasnameya wan ne diyar in gule li polêsên trafîkê yên ku li ser rêya Haş-Teftan di dewriyeyê de bûn reşandine.
Di daxuyaniya ku wek êrîşa terorê hat nirxandin de hat diyarkirin ku di êrîşê de 4 polêsên trafîkê canê xwe ji dest dane.
Di daxuyanîya ku ji teref Serdozgeriya Zahîdanê ve derbarê mijarê de hat dayîn de hat diyarkirin ku ji bo girtina faîlên êrîşê xebat hatin destpêkirin. (ÎLKHA)