Karkerên demsala çandinîyê ên ku ji Qoserê ji bo nanên xwe hatine Mehsertê di nav erdên kartolan de dixebitin.

Karkerên ku bişev di seat 02.00an de bi fenerên destan dest bi xebatê dikin di seat 12.00an de mesaîyên xwe dawî dikin.

FAYSAL BURUÇ

“Em di ser serê xwe de bi fenerê desta kartolan kom dikin”

Faysal Burucê ku îfade kir ew di seatên êvarê de dest bi komkirina kartolan dikin weha axavtina xwe zêde kir, “Em li navçe û gundên cuda yên Mêrdînê digerin û dixebitin. Carna çûndina me ya ji Dîyarbekirê re jî çêdibe. Em ji Qoserê ji bo kartolan hatine. Em di seat 01.00an de ji Qoserê birê dikevin û di seat 02.00an de dest bi kar dikin. Fenerên destan di ser serê me de ne û bi wê şeklê em kartolan kom dikin.”

“Îsal kartol zêde baş nebû. Sedema wê jî dibe ku ji ber baran û nexweşînê be”

Burucê ku bal kişand qelîteya kartolan îsal hindik e lê bi giştî bi bereket e, “Dar û kevirên Mêrdînê bibereket e. Ez ji başîtîya erd kêfxweş im. Lê îsal kartol baş derneket. Sedema derneketina wê jî dibe ku ji ber baran û nexweşînê be. Ez ji li vê derê ji rayedaran re û ji Wezareta Daristan û Çandinîyê re ji bo zêdekirina rekolteyê bang dikim. Lê hemd ji Xwedê re ku bi giştî em ji halê xwe razî ne. Fîyeta kartolê niha li ser erd bi 8.5 lîreyî tê firotan.”

ADNAN TUNÇ

“Em di nav zor û zehmetîyê de dixebitin”

Adnan Tunçê karker jî weha axivî, “Em ji bona ku kartolan kom bikin hatin li vê derê. Kartol îsal zêde ye û baş e. Yewmîyên me hinek kêm in. Xelkê me tên eciqandin. Em di nav zor û zehmetîyan de ne. Em hinek dinê jî rehetîyê dixwazin. Em dixwazin ku yewmîyeyên me bên zêdekirin. Hilberîna kartolan îsal zêde ye lê heqê karkeran bi erzanî tê dayîn. Dewlemend bilind dibin lê feqîr jî biçûk dibin û tênê eciqandin.”

“Ger ku li van herêman qasî ku hewceye febrîqe bihatana sazkirin rewş ewê ewakî nebûna”

Şeyhmus Yavuz, “Em karker merezdar in. Sala borî yewmîye 150 lîre bû niha 350 lîre ye encax fîyetên fahîş serê xwe girtîye û çûye. Em di seat 2yan de tênê nav erd, heta 12ê nîvroyê jî dixebitin. Yewmîye hindik e, kar tuneye. Milet perîşan e. Rewş gelek zor û zehmet e. Ger ku li van herêman qasî ku hewceye febrîqe bihatana sazkirin rewş ewê ewakî nebûna. Şikir em dîsa pereyê xwe qezenc dikin. Encax çawa ku pere tê bi wê şeklê jî diçe. Ji ber fîyetên zêde tiştek namîne. Em di ev rewşa zor zehmet de mecbûr dimînin ku bi ciwan û îxtîyarî bixebitin. Hemd ji Xwedê re ku rewşa min baş e lê hinek kesên ku tênê li vê derê dixebitin rewşa ne baş in.” (ÎLKHA)