Komeke ku ji şewitandina Quranê re  bertek nîşan dan, li Bexdayê, ketin nav avahîya Balyozxaneya Swêdê û hinek beşan şewitandin.

Swêd, daxuyand ku endamên dîplomatîkê di bin ewlehîyê de ne.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve yê Iraqê ve hat dayîn de, hat destnîşankirin ku ew şewitandina Balyozxaneya Swêdê bi tundî şermezar dikin.

Xwepêşandaran, ji şewitandina Qurana Pîroz a li Stockholmê re berîya vê bûyerê jî bertek nîşan dabûn. (ÎLKHA)