Ji îmtîhana Sazîyên Hindekarîya Bilind a ku ji teref OSYMyê ve tê lidarxistin re îsal ji 3 milyonî zêdetir namzed beşdarî bûn.

Îmtîhana ku ji namzedên herêmê erdhejê re belaş hatibû kirin di 17-18ê Hezîranê de hat lidarxistin.

Encamên namzedên ku ewê tercîhên xwe yên zanîngehan bikin dê sibê bê eşkerekirin.

Namzedên ku li hêvîya encamê îmtîhanê ne dikarin sibê ji sîteya https://sonuc.osym.gov.tr înternetê encamên xwe hînbibin.

Piştî ku kilavûza tercîhan bê belavkirin tercîhên zanîngehan jî wê dest pê bike. (ÎLKHA)