Bûyer, li gundê Ekînyaziya Kanîya Xezalan di navbera du malbatên ku ji berê ve di navbera wan de neyartî hebûye de pêk hat.

Di gelemşeya ku kevir, dar û çek hatin şixulandin de A.O. yê 25 salî canê xwe ji dest da, 6 kesan jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên cenderme û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Kanîya Xezalan re hatin rakirin.

Cenderme derheqê bûyerê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)