Bûyer, li gundê Yukari Karaguneya Qaxizmana Qersê pêk hat.

Di seatên êvarê de gurên ku ketin nav gund êrîşî axurê mêşinan ên ku aîdê 3 gundîyan e kirin.

Di encama êrîşkirina guran de 190 mêşin telefbûn, gelek mêşin jî birîndar bûn.

Xwedîyên ajelan li hember xuyangên ku dîtin şaşwazî bûn. (ÎLKHA)