Qeza, li navçeya Korkutelîyê pêk hat.

Mîdîbûsa ku di bin kontrola A.Ç. de bû li alîyê Derekoya ku li ser rêya Korkutelî-Tefennîyê ye li şerempolê gêr bû.

Di encama qezayê de 1 jê giran 20 kesan birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Korkutelîyê re hatin rakirin.

Hat destnîşankirin ku qeza di dema ku şofêr wesayîtê ji rêya micirê derbixe de pêk hatîye.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)