Derbarê mijarê de ji teref Sazîya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, li Arjîntana welatê Amerîkaya Başûr di mezinahîya 6.6an de erdhejek pêk hat.

Erdhej 171 kîlometre di bin erdê de pêk hat û li welatên derdorê jî hat hîskirin.(ÎLKHA)