Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin qeza li alîyê gundê Erbetê ya navçeya Nisêbînê ya li ser Îpekyoluya navneteweyî pêk hat.

Di qezaya trafîkê ya ku di encama lihevketina traktor û Wesayîta ku nav û plaqeya şofêrên wê nehat hînbûn pêk hat de 4 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên polês, tenduristî hatin sewqkirin.

Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Îpekyoluya ku ji ber qezayê bi qasî 1 saetan hat girtin bi rakirina wesayîtan ji trafîkê re hat vekirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)