Li Fransayê protestoyên berîya pîrozbahîya Roja Neteweyî a 14ê Tîrmehê ya Fransayê bi pevçûnan derbas bû.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Hundir yê Fransayê ve hat daxuyandin de, 7 polês birîndar bûn, li dijî hêzên ewlehîyê bi agirbazîyan bersiv hat dayîn.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku polês 96 kesan binçav kir û 255 wesayît jî hatin qûndaxkirin.

Wezaret bîr anît ku sala borî di ev rojê de 423 wesayît hatibûn qûndaxkirin, 21 polês birîndar bûbûn û li dijî polêsan jî 333 agirbazî hatibûn şixulandin; li gorî vêya îsal li gorî sala parîn sivik derbas bûye.

Hat destnîşankirin ku di çarçoveya Roja Neteweyî de li giştîyê welat 45 hezar polês hatine wezîfedarkirin. (ÎLKHA)