Digel hemû êrîş, dorpêç û zextên rejîma îşxalker a sîyonîst xelkê Filistînê li dijî îşxalê berxwedanên xwe biqerarî didomînin.

Li gorî rapora ku ji teref Moatîya Navenda Agahî ya Filistînê ve hatîye amadekirin, li Şerîaya Rojava û Qudsê di nav 24 seatên dawîn de li dijî îşxalkeran 28 çalakî hatin lidarxistin.

Di raporê de, hat destnîşankirin ku di nav vê hefteyê de 5 Filistînî şehîd bûn, 5 sîyonîst jî di encama çalakîyan de birîndar bûn. (ÎLKHA)