Yevgeny Prigojinê damezrînerê Wagnera şîrketa ewlehîya taybet a Rus, bi tevî şervanên bi wî re di meha Hezîranê de li dijî bireveberîya Rus îsyanê kiribû.

Îsyan, bi ketina navbertîyê ê Serokkomarê Belarusê Aleksandr Lukaşenko dawî bûbû.

Lukoşenkoyê ku piştî çûndina Prigojinê a ji Belarusê re pêşnîyarîyê dabû ku bira li welat xwe bi cîh bike, diyar kiribû ku artêşa Belarusê dikare ji tecrûbeyên şervanên Wagnerê îstîfade bike.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastin a Belarusê ve hat belavkirin de, hat diyarkirin ku li nêzê Osipoviçiyê ji yekîneyên leşkerîya herêmî ya Belarusê re dest bi perwerdehîyê kirine. (ÎLKHA)