Wekîlê Serokê Bajarê Dîyarbekirê yê HUDA PARê Mehmet Emîn Akyuz, ji bona ku pirsgirêka cotkarên Dîyarbekirî ên ku nikarin randevuyan bigrin û ji Ofîsê Mehsûlên Axê bersiva “di depoyan de cîh tineye” digrin bîne ser ziman, derheqê bûyerê de daxuyanîyeke niviskî belav kir.

Akyuz weha got, “Hinek xwedîyê depoyan, hilberînên cotkaran bi hîledarî ji wan distînin û him dewletê him jî cotkaran dikin nav zerarê. Di nav fealîyetên ev hîledarê de, berîya ku hilberînên cotkaran bikin nav depoyan ji teref nasan ve ev kar tê kirin, hilberînên ku qelîteyên wan hindik in tênê teqeskirin, heta ji sedî 5 heqê fîreyê tê qutkirin û hilberînên qelîteya hindik jî bi fîyetên hindik tê standin û bi hilberînên qeliteyî ve wek hev tên firotan.”

Akyuzê ku bal kişand ji bona çareserîya sektora çandinîyê divê hikumet bi lez dest bi hereketê bike û ji pirsgirêkên cotkaran re jî gohên xwe negirin, ew diyar kir ku divê Wezareta Daristan û Çandinîyê van depoyan kontrol bike û li dijî fealîyetên hîledarîyê jî tedbîrên giran bigrin.

Akyuz di dawîya daxuyanîya xwe de weha got, “Depoyan, embarên zadê yên ku bi kredî û teşwîkên hikumetê hatine vekirin in. Van depoyan, ji teref mirovên ku lîsansên wan hene ve tênê îdarekirin, cotkaran jî bi vê şeklê bi bênavber ji Wezareta Daristan û Çandinîyê re hilberînên xwe difroşin. Li hember ev xizmetê jî, xwedîyê depoyan ji dewletê heqên xwe distînin.

Divê ji bo micadeleya bi fealîyetên hîledar a di sektora çandinîyê de mekanîzmeyeke kontrolê bê sazkirin. Divê fealîyet û xebatên depoyan zêdetir bên kontrolkirin, ji bo heqên cotkaran bê parastin tedbîrên hewce bên girtin. Ji bona ku cotkaran hilberînên xwe di meseleya baştir bifroşin, biparêzin depokirina hilberînan, çinîn, pakêtkirin û bazarkarî de ji wan re alîkarî bê kirin.” (ÎLKHA)