Qeza, di seatên serê sibehê de di 10 kîlometreya Dîyarbekirê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta ku ji Mêrsînê dihat Dîyarbekirê ji kontrolê derket û li şerempolê gêr bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û cenderme hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de bi tevî şofêr 7 kesan birîndar bûn. Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)