Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku bi hefteyan piştî îsyana kurt a koma leşkerên bi pere Wagner a li Rûsyayê, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û serokê Wagnerê Evgeny Prigojin civiyan.

Peskov ragihand ku Pûtîn û Prîgojîn piştî îsyana ku di 23ê Hezîranê de dest pê kir û rojekê dewam kir, di 29ê Hezîranê de li Kremlînê hatin cem hev.

Peskov da zanîn ku hevdîtina Pûtîn û Prîgojîn di çarçoveya hevdîtina 3 saetan de bi komeke ji 35 kesan pêk tê ku di nav wan de fermandarên yekîneyên Wagner jî hene, pêk hat û diyar kir ku ew ê ji bo Rûsyayê têkoşîna xwe bidomînin.

Peskov eşkere nekir ku niha Prigojin li ku ye. (ÎLKHA)