Qeza, li ser rêya Sêwas-Qeyserîyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta di bin konktrola B.B. de, li qamyona ku navê şofêrê wê nehat hînbûn qelibî.

Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil, şofêrê wesayîtê B.B. û mirovê ku di nav wesayîtê de bû canê xwe ji dest dan, 3 kesên dinê jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên polês, cenderme, îtfaîye, û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Şarqijeyê re hatin sewqkirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)