Li Neve Tsufaya cîhê ku şênîyên îşxalker îşxal kirine û li nêzê Deyr Nîzama bajaroka Filistînê ye, ciwanekî Filistînî hat şehîdkirin.

Hat daxuyandin ku şehîd bavê 3 zarokan e û navê wî jî Bîlal Îbrahîm Kadah e.

Wezareta Tenduristî ya Filistînê, diyar kir Bîlal Îbrahîm Kadahê ku ji gundê Şukbayê ye li cîhê kontrolê a Şamê ji teref leşkerên îşxalkeran ve hat şehîdkirin.

Li gorî îfadeyên mirovên ku bûyerê dîtine leşkerên îşxalkeran piştî ku şehîdê qetil kirin nehêştin ku mirov nêzê şehîd bibin û nehêştin ku bira ambûlans jî midexele bike. (ÎLKHA)