Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li navçeya Pendîka Stenbolê di navbera ferdên malbatekê de ji ber lihevnekirina mîrasê pevçûn derket.  Di dema pevçûnê de yekî damençeya di ber xwe da bi kar anî û êrîş bir li ser wan kesên din.

Di encama êrîşê de 4 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Kesê êrîşkar ji teref polêsan ve hat binçavkirin û derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)