Rejîma sîyonîst, di 3yê Tîrmehê de êrîşî Cenîna Şerîaya Rojava kir.

Di dema êrîşên rejîma îşxalkeran a ku nêzê 48 seatan berdewam kir de, xanîyan xera kir, wesayîtan şewitand, ji erdên ajotî re zerarê da, ji rê û binesazîyê re zerarê da, li herêmê xerabûneke mezin çêkir.

Cezayîr, piştî êrîşên wehşîyana û hovane yên ku ji Cenînê re hat kirin, ji bona di cardin çêkirina bajarê de alîkarîyê bike qerar da ku ew ê 30 milyon dolar alîkarîyê bide.

Hat diyarkirin ku Mahmud Abbasê Serokê El-Fetîhê, ji ber alîkarîya meddî ji Serokkomarê Cezayîrê Abdulmecîd Tebbun re sipasîyan kir. (ÎLKHA)