Qursên Quranê yên ku di koordînasyona Midurtîya Giştî ya Xizmetên Perwerdehî ya Serokatîya Karên Dîyanetê de di 3yê Tîrmehê de destpê dikin û 6 hefte didomin, ew ê di 11ê Tebaxê de dawî bibe.

Zarok û ciwanên ku tênê mizgeftan, bi tevî Qurana Pîroz, ew ê bingehên bawerîya Îslamê, îbadet û jîyana Hezretî Muhammed (selat û selam li ser wî be) jî hîn bibin.

Mizgeftan, di çarçoveya şîara “Zarokno Haydê Birevin Niha Dema Qursa Quranê ya Havînê Ye” a Qursên Quranê de bi zarokan şên bûn.

Mehmet Feysal Geylanîyê Miftîyê Bajêrê Bêdlîsê ku qursan û mizgeftan zîyaret kir, muhîmtîya hînbûna Quranê û hatina mizgeftê bîr anît.

Geylanî diyar kir ku ev qursên Quranê di 3yê Tîrmehê de dest pê kirîye û ew ê heta 11ê Tîrmehê bidome, ji ber vê yekê bang li dê û bavên zarokan kir ku bira zarokên xwe ji mizgeft û qursên Quranê re bişînin.

Geylanî weha got, “Qursên Quranê yên ku di navbera 3yê Tîrmehê û 11ê Tebaxê de bên kirin li hemû mizgeft  û qursên welatên me dest pêkirîye. Di hemû mizgeft û qursên Quranê li gund, navçe û navenda Bêdlîsê , di seat 09.00 û 13.00an de bidome. Ew ê îmam xetîbên me, waîzên me, meleyên me, miezzînên me û xoceyên me yên qursên Quranê van perwedehîyan bidin. Teweccûheke mezin heye. Bi îzna Xwedê ew ê perwedehîyeke bi xêr û bi feyde bistînin. Ew ê li vê derê nesleke ku ji dê û bavê xwe re, ji bajar û welatê xwe re bi feyde û bi xêr be bê perwerdekirin. Îro dinya û însanîyet ji ev emrên xweşik yê Îslamê re mihtac e. Xoceyên me bi tevî Qurana Pîroz, ew ê bingehên bawerîya Îslamê, îbadet û jîyana Hezretî Muhammed (selat û selam li ser wî be) jî hîn bikin. Em ji welîyên xwe re jî ji bona ku zarokên xwe dişopînin û dişînin qursên Quranê sipasîyan dikin. Ji xoceyên xwe yên ku bi fedekarî dixebitin re jî sipasîyan dikim.” (ÎLKHA)