Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve ve hatîye belavkirin de weha hat gotin:

“Bang dikin ku minasebetên dîplomatîk ên navbera Komarîya Tirkîye û Komarîya Ereb a Misirê ji sewîyeya balyozxaneyê re hatîye bilindkirin.

Tirkîye Sefîr Salih Mutlu Şenê wek Sefîrê Qahîreyê, Misir jî Amr Elhamamyê wek Sefîrê Enqereyê namzed nîşan dane.

Bilindkirina minasebetên dîplomatîk a herdu welatan, li gorî qerara Serokkomarên herdu welatan hatîye tetbîqkirin.

Ev gav dike armanc ku minasebetên herdu welatan ji nû ve normal bibe û li gorî menfeatên xelkê Tirk û Misirê pêşve biçin îradeya dualîyê nîşan dide.” (ÎLKHA)