Qeza li alîyê gundê Hicetîya Çinarê pêk hat. Li gorî îddîayan wesayîta di bin kontola M.T. de (23) bû, ji paş ve li traktora ku di bin kontola Y.G. (20) de bû qelibî.

Di encama qezayê de herdu şofêr û 2 mirovên ku di nav wesayîtê de bûn birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Ekîbên tenduristîyê, diyar kirin S.T.yê (26) di nav wesayîtê de canê xwe ji dest daye. 3 birîndarên dinê jî bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Bismilê.

Ji li vê derê jî B.T. yê birîndar, piştî midexeleya ewil ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Gazî Yaşargîlê re hat sewqkirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)