Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Komarîya Îslamî ya Îranê Nasir Kenanî, derheqê protestoyên ku li Fransayê piştî kuştina ciwanekî 17 salî a ji teref polêsan ve hatîye kuştin dest pê kirin de daxuyanîyek belav kir.

Kenanî di daxuyanîya xwe de bang li hikumet û polêsê Fransayê kir û got ku bira dest ji şîddetê rakin bira bi îtîdalî hereketê bikin û daxwazîyên protestovanan jî gohdar bikin.

Kenanî weha got, “Em ji Fransayê hêvî dikin ku rêzê ji protestovanên ku bi protestoyên aştî bikar tînin nîşan bide û ji wê şîddetê re dawî bide. Tehran, bûyerên li Fransayê di nêz de dişopîne. Ji ber ku li Fransayê rewşeke pêşîya wî nayê dîtin û bêewle heye, ji welatîyên xwe yên Îranî ên ku li wê derê dijîn re dixwazin ku seyehetên bê hewce nekin û ji herêmên pevçûnan xwe dûrbixin. Xeyn ji vana welatîyên Îranî, di ev hola şîddetê de heta ku ji wan tê ji Fransayê re seyehetê nekin.” (ÎLKHA)