Li ser şehadeta Şêx Saîd û hevalên wî ên ku ji teref Dadgehên Îstîklalê ve hatine şehîdkirin 98 salan, li ser şehadeta 10 Misilmanên ku di 26ê Hezîranê sala 1992yan de ji teref PKKê ve li Susayê di mizgeftê de hatine şehîdkirin 31 salan derbas bûn.

Ji teref Cemîyeta Mistezefan û Susa-Derê ve bi minasebeta salvegera şehadeta Şehîd Şêx Saîd û hevalên wî û salvegera şehadeta şehîdên Mizgefta Susayê ve di Goristana Şehîdên Susayê de bernameya yadkirinê hat tertîpkirin.

Ji teref Pêşkêşkerê bernameyê Fatîh Taş ve ji mêvanan re jîyana şehîdan û bûyera ew rojê hat qalkirin.

Piştî nimêja esrê ya ku hat kirin bername, bi xwendina Quranê a ji teref Ammar Zeren ve dest pê kir.

MELA MAHMUT KILINÇ

“Xelkê Kurd, di Lozanê de teklîfê emperyalîsatan a ji dînên xwe vegerin qebûl nekirin”

Mela Mahmut Kilinç di bernameyê de derheqê dewa Şehîd Şêx Saîd û hevalên wî yên ku 98 salan berê ji teref Dadgeha Îstîklalê ve hatin şehîdkirin û heta îro de axavtinek kir, destnîşan kir ku dewa Şêx Saîd û hevalên wî tenê Îslam bû, ew bal kişand ku îro ji teref hinek kesan ve ji cîheke dinê re tê kaşkirin.

Kilinç di axavtina xwe de qala bûyera berîya Qîyama Şêx Saîd kir û weha got, “Piştî Dewleta Osmanî bi berdewamî Komarî hat damezrandin. Wê demê ji civakên ku beşdarî peymana Lozanê bûn re gotin ku ‘Dev ji dînên xwe berdin em dewletek bidin we’ û hemû kesên ku çûn wî peymanê bê dewletî vegerîyan. Wê teklîfê ji me Kurdan re jî kirin lê xelkê Kurd wê teklîfê qebûl nekir.”

Kilinç qala şexsîyet û jîyana Îslamî ya Şêx Saîd kir û balan li ser sedema qîyamê kişand, “Jîyana Şêx Saîd jîyaneke Îslamî bû. Ew hemû wextê xwe li gorî Îslamê tertîp kiribû, wextekî xwe jî ji bo tiştên xeyrî Îslamî cuda nekiribû. Ew şevên xwe bi nimêja Teheccûdê, duayê û Quranê derbas dikir. Di nav rojê de jî wextê xwe yê piranî ji xwendekarên we re cuda dikir, wextê xwe yê dinê jî ji bazirganîya xwe re cuda kiribû. Ew bi tevî xwendekarên xwe li ser hespê gund bi gund û bajar bi bajar digerîya û Îslamê teblîx dikir, îrşadê dikir.”

“Şêx Saîd tenê ji bo dewa Îslam qîyam kir”

Kilinç di berdewama axavtina xwe de weha got, “Bi tevî îlankirina Komarîyê qanûnên Ewrupayê li vê derê jî ji bona ku bê jiyandin xebat hatibû destpêkirin. Medrese, dergah û dergahên biçûk hatin girtin, li dijî Îslamê herbek hat vekirin. Şêx Saîd Efendî li hember ev rewşê nikaribû bêdeng bimanîya. Ew weha difikirîya ku ev rewşê bi rêya Silhê çareser bike, hetta di vî warî de ji Meclîsê de jî mektûban dişîyand û ji wan re ev hişyarîyê dida ‘Hûn nikarin qanûnên Ewrupayê li ser axên Îslamê tetbîq bikin’ diyar kiribû ku xelkê Misilman vêya qebûl nake.”

Kilinç bal kişand ku mirovên di Îttîhad û Terakkîyê de ne ji ev banga Şêx Saîd re gohên xwe nedan û êrîşên li dijî Îslamê domandin, “Li ser vê yekê qîyam wacîp bûbû û Şêx Saîd jî hazirîyên qîyamê da destpêkirinê. Ji ber îxanetên di pêvajoya hazirîya qîyamê de ew û hevalên wî li Mûşê hatin qefaltin û ji Dîyarbekirê re hatin şîyandin û hatin îdamkirin. Îro hinek kurdên sosyalîst dibêjin ku qîyama Şêx Saîd ji bo dîn nebûye, îddîa dikin ku ji bo kurdîtîyê bûye. Hinek alimên me jî dibêjin ku na Şêx Saîd tenê ji bo dewa Îslamê qîyam kirîye. Şêx Saîd, dewa wî Îslam bû lê çiqas Hasan el Benna Ereb be, Mevdudî Urdî be an jî Necmeddî Erbakan Tirk be jî Şêx Saîd jî ewqas Kurd bû.”

Kilinç axavtina xwe weha domand, “Şêx Saîd şehîd bû lê xwe neda windakirin. Navê wan kesên ku wî şehîd kirin hate jibîrkirin. Digel sed sal jî li ser şehadeta wî derbas bûbe jî navê wî tê yadkirin. Wa ev civak jî ji wan kesên ku peymana wî girtine ye. Wa em li Susaya ku rêya te şopandine û şehîd bûne ne. Van nevîyên te dewa te şopandin û şehîd ketin. Sosyalîstên ku dibêjin em nevîyê Şêx Saîd in jî wî nasnakin. Wallehî ger ku Şêx Saîd hebûna ew ê bi wan re jî micadeleyê bikirana.”

Bername bi xwendina merş û îlahîyan a ji teref hûnermendên Ozlem Ajansê ve hatin xwendin û bi axavtina Mela Beşîr Şîmşekê ku derheqê şehîdên Susayê de kir berdewam kir.

MELA BEŞÎR ŞÎMŞEK

“Peymanekî me ya bazirganîyê a bi Rebbê me re heye û me hemûyan ji vê re îmze avêtîye”

Şîmşekê ku bal kişand qalkirina şehîdên Susayê û micadeleya wan wisa ne bi rehet e, anît ziman ku hatina Îslamê ya ji îro re bi xêra fedekarî, micadele û şehîdbûna hinek Misilmanan bûye. Şîmşekê ku got ku ger ew ev micadeleyê nedana, fedekarîyê nekirana û şehîd nebûna dibe ku em îro van rojan nedîtana. Ew bal kişand ku ev qîm nake; ji bona ku ev dewe ji neslên dinê re biçe, îman û Misilmanetîya yên dinê bên mihafezekirin bê guman divê ku ev wezîfe mirov bigre li ser milên xwe.

Şîmşek weha got, “Tenê qalkirina micadeleya şehîdên ezîz yên berîya me, meth kirina wan qîm nake, divê em xwe jî ji bîrva nekin. Çîmkî Xwedê dema ku ev wezîfeyê ji me jî dixwaze di Quranê de weha dibêje, ‘Ji muminan hinek mêr hene ku bi ehd û soza xwe ya dabûn Xwedê ve sadiq man. Ji wan hinekan serê xwe di vê rê de dan û hinek jî sekinîne. Wan tu carî soz û ehdên xwe neguherandin.’ Peymanekî me ya bazirganîyê a bi Rebbê me re heye û me hemûyan ji vê re îmze avêtîye. Mirovên berê ji sozên xwe re xwedî derketin û bi tevî cîhadê, xizmet û teblîxê kirin û ya dawî jî canên xwe feda kirin û ji sozên xwe re sadiq man. Em jî li gorî soza ku me ji Xwedê re daye xizmetê bikin, cîhad û micadeleyê bikin, fedekarîyê bikin bixwînin û bidin xwendinê, îbadetê bikin û ji mizgeftan re xwedî derkevin.”

“Ew digel tehdîdên ku hatin kirin mizgeftan, sohbetan nimêjkirina bi cemaetî bernedan”

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de ev ayetê bîr anît ‘Ji wan kesên ku di rêya Xwedê de hatine kuştin ren nebêjin ‘mirî’; bilakîs ew zindîne, ji teref Xwedê ve tênê riziqkirin.’ Û weha got, “Van birayên me li gorî îfadeya Quranê mirî nînin, ew zindî ne. Em hemûyan nemirîtîyê dixwazin, mirinê hez nakin. Wa rêya veya jî Xwedê Teala xeber dide. Xwedê Teala dibêje çawa ku ew ji me re rizqê dide şehîd jî ji bona ku dijîn ji wan re jî rizqê dide. Ew di bazirganîya ku kirin de bi kar derketin. Ew dema ku cennetên Xwedê ji wan re çêkirîye dibînin ji mirovên ku di paş de mane re weha dibêjin, ‘li vê derê tirs, mehzunî, xemgînî, windakirin tuneye. Li vê derê cîhê karê ye, ew ê ku şehîd dibe qezenc dike.’”

Şîmşek bal kişand ku şehîdên Susayê ji neyarên Îslamê re serê xwe netewandin û bi îzzetî ji şehadetê re meşîyan.

Şîmşek, “Vana dihatin tehdîtkirin, ‘Ger ku hûn biçin mizgeftê hûnê werin kuştin’ ew van tehdîdan digirtin. Haya van însanan ji wan tehdîdên wan hebû lê digel ev tehdîdan wan mizgeftan terk nekirin. Ew gotin ku ‘ger ku em werin kuştin jî di rêya mizgeftê de werin kuştin’ û sekineke serbilind nîşan dan. Digel van tiştan ew mizgeftan, sohbetan, kirina nimêjê a bi cemaetî bernedan. Xwedê Teala jî ji wan re şehadetê kir nisîb.”

Şîmşek di dawîya axavtina xwe de weha got, “Heta ku rihê cîhadê, şiûr û exlaqa şehadetê bi civakekî re hebûye îzzet li ser wan kêm nebûye, û ew ê nebe jî. Li ser şûrê Pêxemberê me selat û selam li ser wî be weha dihat nivisandin, ‘Di tirsektîyê de ar û zîllet, di pêşveçûnîyê de îzzet û şeref heye.’ Ev peyameke baş bû. Dîsa ew di hedîsekî xwe de weha dibêje, ‘Qedera milletekî yê ku cîhadê terk kirîye ji zîlletê cudatir tiştek nîne.’

Bername bi kirina duayê dawî bû. (ÎLKHA)