Qeza li nêzî Taxa Kısık ya li navçeya Menderesê pêk hat.
Otomobîla ku ji navçeya Gazîemîrê ber bi Torbaliyê ve diçû, ji ber sedemeke nediyar ji rê derket û li refûjê û piştre jî li mînîbusa li reya hember qelibî.
Di qezayê 4 kes jiyana xwe ji dest dan, 5 jê giran 21 kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê. (ÎLKHA)