Hat ragihandin 40,000 polîs li seranserê welêt, 5,000 ji wan li Parîsê, ji bo mudaxeleyî xwepêşanderên ku kuştina polîsan protesto dikin, hatin wezîfedarkirin. Polîsên Fransî ku bi tundî bersiva xwepêşanderan da.

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê  Gerald Darmanîn derbarê mijarê de destnîşan kir, di bûyerên ku derketin de heta niha 1000 kes hatin binçavkirin.

Di dema xwepêşandanên protestoyî de dem bi dem alozî  û rageşî zêde dibû, hin xwepêşander bank, dikan û wesayît û avahiyan şewitandin.

Li kolanên Fransayê ku mîna qada şer pevçûn bênavber heta derengîyên şevê berdewam kirin.(ÎLKHA)