Bûyer li navçeya Seyhana Edenê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Taxa Gulbahçesîya Seyhanê di navbera du komên bi hisûmet de pevçûn derket û di pevçûnê de çek hatin bikaranîn.

Di encama pevçûna ku têde çek hatin bikaranîn de 3 kesên bi navê R.A., S.E. û M.E. birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)