Qeza bi şev li taxa nexweşxaneya kevn pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin du wesayît ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn li hev qelibîn.

Di qezayê de 8 kesên ku di her du wesayîtan de bûn birîndar bûn.

Li ser girtina xeberê ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bayburtê.

Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)