Temamê  Peyama Îda Qurbanê ya Edîb Gumuşê Rêberê Cemaata Hîzbullah wisa ye:

Bîsmîlllahîrrahmanîrrahîm

Xwîn û goştên wan qetîyen nagihijin Xwedê. Ew tiştê ku dê bighijin Xweda bes ew îbadet û amel in  ku ji rîyayê dûr in û bes ji bo Wî hatine kirin.(Hac-37)

“Me bi banga “Ey Îbrahîm!”  gazî wî kir. Muheqqeq te xewna xwe tetbîq kir. Vaye em kesên baş û qenc wisa bi xelat dikin. Ev yek bi şikleke aşkere îmtîhanek bû. Me di bedela (canê kurê wî) de qurbanekî mezin da wî. Derheqê wî de me gotina ‘Silav li ser Îbrahîm be’ di nav neslên piştî wî de da dewamkirin.  Belê, em qencan wisa bi xelat dikin. Lewra ew ji evdên me yên mumin bû.”(Saffat 104-111)

Hemd ji  Ellahê ku îdarevan, murebbî û xaliqê temamê mexlûqatan e re be, selat û selam li ser Muhammed Mustafa aleyhîsselamê ku hebîb û qasidê Xweda ye û wek rehmet ji aleman re hatiye şandin be.

Îda Qurbanê ya ku Rebbê me kir nesîb em îsal jî îdraq bikin; bi taybetî li dê û bav, zarok, xanim û endamên din ên malbatên şehîdên me yên ku ji bo Îslamê şehîd ketine, ji xwişk û birayên me yên ku di dema xebatê de ji bo heqîqetê bi zindanê hatine mehkûmkirin, ji bo xwişk û birayên me yên muhacir ên xwedî kedeke mezin in û bi giştî ji bo alema Îslamê pîroz û mubarek be. Rebbê me vê Îda Qurbanê bike wesîle ku alema Îslamê ji zillet û esaretê xelas bibe û bighijê izzet û edaletê.

Xweda îbadeta hecê, towbe, îstîxfar û diayên wan însanên bi milyonan ên ku li dora mala wî civîyane, temamê nasnameyên xwe ji xwe dûrxistine û bes bi nasnameya xwe ya evdîtîyê mala wî tewaf kirin û piştî sa’y û  Arafatê qurbanên xwe serjê kirin û bûn hecî qebûl bike. Dîsa Xweda her tim bike nesîbê me ku em her tim ji wî re evdîtîyê bikin û mîna destpêka hecîbûnê terka temamê aîdîyetên xwe yên fikrî û bedenî bikin.  Xweda wan kesên ku ji wan re bûye nesîb li hecê bin û wan kesên ku dixwazin û lê hêj ji wan re nebûye nesîb ji ser rêya îstîqametê veneqetîne.  Em ji Rebbê xwe daxwaz dikin ku qurbana temamê kesên ku jê dikirin, didin jêkirin û bi vê wesîleyê niyet anîne rizaya Xwedê qezenc bikin û bi vê wesîleyê mixtacan kêfxweş dikin, bibin ji wan qurbanên qebûlkirî. Îbadeta qurbanê bi şert û mercên îro  bû xwedîyê hinek taybetîyên nû.  Mislimanek  bi vî awayî dikare qurbana xwe ji bo kesekî ku wî serîyê cîhanê dijî bide serjêkirin.  Ji ber ku Misliman dibînin li ser rûyê erdê hinek kes hene ku bes îdan goştê sor dikeve mala wan ev yek ezm û cehda wan a serjêkirina qurbanê ya li wan derên wisa zêdetir dike.  Em hêvî dikin ku bi vê wesîleyê îbadeta serjêkirina qurbanê zêdetir belav bibe û ew nêzbûna li Xwedê jî geş bibe.

Em ji kîjan alîyê li Îda Qurbanê binêrin ferq nake, lewra tiştê ku di pey wê de  hedîseyeke wisa mezin e ku ew him ehemmîyeta îdê û him manaya eslî ya heyata me nîşan dide.  Ev qisseya fedakarane ya Hz. Îbrahîm, Hz. Hacer û lawê wan Hz. Îsmaîl ku bi emrê Xwedê dabûn rê sembola evdîtîyê û bingeha serkeftina di micadeleyê de ye. Dema ku me li vê meseleyê mêze kir û li serê fikirî divê em li ser vê bûyerê baş tefekkur bikin. Lewra Hz. Îbrahîm wî lawê xwe yê ku piştî çendîn salan kir nesîbê wî û dîya wî Hz. Hacer li çoleke ku ti kes lê tunebû tenê hişt û ji ber vê yekê pir xemgîn bû, dîsa ji ber vê yekê bi Hz. Hacer re endîşeyeke mezin çêbû. Dîsa divê em li ser wê tirsa ku dema ku kêr dan stûyê Hz. Îsmaîl pêre peyda bû jî baş fam bikin. Ew her çi qas pêxemberek, xanim û lawê pêxemberekî bin jî di rastîyê de ew jî beşerek bûn.  Lê ew hinek beşerên wisa bûn ku hatin şandin da ku ji yên pey xwe re bibin mînak. Dema em îro temamê hedîseyê dixwînin em dibînin ku ew digel huzn, tirs û endîşeyê xwe spartin Xwedê û wezîfeya xwe bi cî anîn.  Hemd ji Xwedê re em ji vê fedakarîya ku hatiye kirin re ne xerîb in.  Xweda kir nesîb em bi wan însanên ku dema mesele dînê Xweda be terka her tiştî kirin û xwe feda kirin re bixebitin. Bi izna Xwedê em ê bibînin ku ew ê nesla nû vê fedakarîyê bike du qet û bixebite. Bi izna Xwedê em ê tev di nav vê ezm û xeyretê de bin.

Dinya di nav çirava fitn û fesadîyê de ye. Ew nirxên ku însanan dikin însan yek bi yek tên tarûmarkirin û tê xwestin ku sîstemeke şeytanî bê sazkirin. Tê xwestin însan ji Xaliqê xwe re bibe dijmin û li hember hukmê wî şer bike.  Lê mixabin însan haya wan jê tune ye ku ew bi vê yekê ber bi helakê ve tên kişandin. Ji ber vê yekê divê em tu car wê emaneta ku ji me re hatiye dayîn ji bîr nekin. Ji bo vê yekê jî tiştê lazim xebata hevpar a bi plan û program e. Divê em pir bixwînin, îstîşare bikin, bixebitin û Îslamê bijîn û bidin jiyandin. Divê em her tim xebat û wezîfeya xwe ya dawet, teblîx û îrşadê bikin û ti carî van îhmal nekin. Dibe ku îro ji her rojî zêdetir îxtîyaca me bi fedakarî û teslîmîyetê hebe.

Bi vê wesîleyê ez Îda Qurbanê ya temamê Mislimanan nexasim jî îda Mislimanên ku micadele dikin û bi xwîn, can, ziman û qelama xwe mucahede dikin pîroz dikim û ji Rebbê xwe daxwaz dikim ku bike nesîbê me em îdên nû bi şikleke muzaffer pîroz bikin

Birayê we Edîb Gumuş.”(ÎLKHA)