Kerwana Hêvî ya ku li gelek deverên cîhanê bi taybetî jî li Tirkiyeyê bi xizmetên xwe yên xêrxwazî ​​nav û deng veda, ji bo bîranîna 10 misilmanên muwehhîd ên ku li gundê Susaya navçeya Farqîna Dîyarbekirê hatibûn şehîdkirin, di paytexta Efxenîstanê Kabula de mizgeftek lêkiribûn û ew mizgeft hat vekirin.

"Mizgefta Sûsa" ya ku nêzî 500 xebatkarên wezaretê dikarin nimêja xwe bi cemaet bikin jî dê wek medreseya ku xebatkar dersên pratîk û dînî tê de bidin xebitandin.

Alîkarê Wezîr û Berdevkê Wezaretê Mevlewî Akîf Muhacirê ku der barê Mizgefta Sûsayê ya ku ji bo bîranîna ayîdên mizgeftê yên ku di qetlîama gundê Sûsa ya Diyarbekirê ya 26ê Hezîrana 1992an da pêk hatibû ji bo îbadetê hat vekirin, diyar kir ku mizgefta ku wek endamekî miletekî ku bi hezaran şehîdên wê hebûn hat vekirin ji bo wan pir watedar bû.

“Mizgefta Susayê tenê mizgeftek nîne ew peyamek e”

Muhacîrê berdevk derheqê qetlîama li gundê Susayê a ku ji teref rêxistina Marksîst û Lenînîst ve hatîye kirin de axivî û weha got, “Kafir çiqasî bixwazin Îslamê ji holê rakin jî dînê Îslamê tu carî tune nabe û bi ser nakevin û nagihîjin armancên xwe. Ji ber ku Qur'an dibêje: 'Ew dixwazin ronahiya Xwedê bi devê xwe vemirînin. Heke kafir nexwazin jî Xweda ronahiya xwe temam dike.' Ew difikirin ku ronahiya Xwedê hilweşînin û wê vemirînin. Lê belê, ew ê tu carî bi ser nekevin û negihêjin armancên xwe. Hûn baş dizanin ku li Mizgefta Sûsayê di nimêjê de 10 kes şehîd bûn û 4 kes jî birîndar bûn. Mizgefta me ya bi navê Elhemdulîllah Sûsayê heye û ev ne mizgeftek hêsan e, peyamek e. Ev jî şehîdan tîne bîra xwe. Şehîd sax in û di dilê Mislimanan de dijîn.”

“Ew kesên ku dixwazin Mizgeftên me tune bikin ew ê ti dem negihêjin armanca xwe”

Mewlewî Akîf Mucahîdê Berdevk û Alîkarê Wezîrê Emr-i Bil Ma'ruf Nehy-i Anil Münker ya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê

Muhacir destnîşan kir ku li erdnîgariyên din ên Îslamê jî komkujî û astengiyên bi vî rengî hatine jiyîn û wha got, "Ne tenê li Mizgefta Sûsayê, li Efxenistan û welatên din ên Mislimanan kafiran hewl dan mizgeftan xera bikin. Lê şikir ji Xwedê re mizgeft roj bi roj zêde dibin. We dît ku di meha Remezanê de kesên ku li Beytûl Makdisê nimêj dikirin derxistin û destûr nedan nimêjê bikin. Şikir ji Xwedê re Beytul Makdis nayê girtin. Dixwazin li Beytul Makdis, Mizgefta Sûsa û mizgeftên nimêj neyê kirin. Lê ew ê nikaribin bigihîjin armanca xwe."

“Ew ê him di Mizgefta Susayê de nimêj bê kirin him jî ji xebatkarên wezaretê re ders bên dayîn”

Muhacîrê bal kişand ku ew ê di Mizgefta Susayê a ku di bexçeya wezaretê de hatîye vekirin de tenê nimêj neyê kirin weha got,”Di vê mizgeftê de 5 wext nimêj tê kirin, piştî nimêja nîvroyê ji xebatkarên Wezareta Emrî Bîl Maruf re ders tên dayîn. Alimekî, derheqê kar û tiştên zarûrî ên rojane de dersên îtîqadê dide. Yanê li vê derê him nimêj tê kirin him jî ders tê dayîn.” (ÎLKHA)