Ji tekbîrên ku piştî 23 wext nimêja ferz bi 3 carî tênê anîtin re tekbîrên teşrîkê tê gotin. Ev tekbîr bi vê şeklê ye: “Allâhû ekber, Allahû ekber, Allahû ekber. Lâ ilâhe illallâhû vallâhû ekber. Allâhû ekber ve lillâhi’l-hamd."
Di Îda Qurbanê de, anîtina tekbîrên teşrîkê a li ser her pîrek û zilaman wacîp e.
Tekbîrên teşrîkê; anîtina ser ziman a mezinahîya Xwedê, Wehdenîyeta wî, xwedî qewetbûna wî, qanundanêrbûna wî ye.
Bi tekbîrên teşrîkê tê armanckirin ku di navbera muminan de heta roja 4emîn a Îda Qurbanê îttîhad, yekîtî, hevreyî, alîkarî, alîgirî û parvekirin bê zêdekirin. (ÎLKHA)