Li gorî rapora ku ji teref Navenda Agahî ya Filistînê ve hatîya amadekirin, berxwedêran 3 çalakîyên çekdar, 1 çalakîya teqemenî, 4 çalakîyên bersivdayîna ji êrîşên cihûyîyan re, îmhekirina 2 wesayîtan û li 7 cîhan li dijî sîyonîstan çalakîyan lidarxistin. Di van çalakîyan de 8 şênîyên cihûyî birîndar bûn.
Berxwedêran; li Ramallahê bi keviran ji êrîşa îşxalkeran re bersiveke tund dan, li cîhê El-Celmeyê bi teqemenîyê bersivan dan û li Cenînê jî li du cîhan bi çekan çalakîyan lidarxistin.
Filistînîyan, di bersiva ku li Kalkîlyayê dan de 2 şênîyên cihûyî birîndar kirin û wesayîtên wan jî îmhe kirin.
Xeyn ji van agahîyan li çend cîhên cuda yê Nablusê jî li dijî cihûyîyên xespker û sîyonîstên îşxalkeran bersiv hatin dayîn. (ÎLKHA)