Endamên hecê yên ku ji bona îbadeta hecê bîcîh bînin li axên mibarek in, ji bona ku bibin hecî ji wezîfeya dawîn re xwe amade dikin.

Bi milyonan endamên hecê ji bona çûndina Erefatê hazirîyên xwe yên dawî temam kirin.

Ew ê endamên hecê derkevin Erefatê û li wê derê duayê bikin û îbadetê bikin. Ew ê nimêja serê sibehê jî li wê derê bi cemaetî bikin û nimêja nîvro û esrê jî cem’ bikin.

Endamên hecê, ew ê bi duakirina ji teref Alî Erbaşê Serokê Karên Dîyanetê li weqfeyê bisekinin.

Piştî weqfeyê jî, bi vebûna sînorên Erefatê ew ê hecî biçin mizdelîfeyê.

Hecîyên ku nimêja mexrîb û ‘eşayê bi cem’î bikin, piştî mizdelîfeyê ji bona ku kevir  bavêjin şeytan ew ê biçin herêma Cemeratê.

Tewafa Zîyaretê û wezîfeya Sa’yê ên ku piştî kevir avêtina ji şeytan re biçin Mescîdî Heramê ew ê xwe traş bikin û ji îhramê derkevin. (ÎLKHA)