Nebîl Îsayê Alîkarê Fermandarê Operayonên Kerkûkê, destnîşan kir di operasyonê de 1 leşker jî canê xwe ji dest da.
Nebîl Îsayê ku diyar kir ew îstîxbaretekî girtine ku dê endamên DAÎŞê plan dikin pêşî bikevin gundê Turkalanê dûre jî bikevin navenda bajêr, ew ê operasyonan jî him li nav gundan him jî li navenda bajêr bidomin.
DAÎŞ, di sala 2014an de temamê Musul, Seleheddîn û Enbarê bidestxistibû Kerkûk û Dîalayê jî çend cîhên wan bidestxistibû. Haydar Abadîyê Serokê yê wê dewrê a Iraqê, di 9ê Kanûna Pêşîn a sala 2017an de li dijî DAÎŞê zeferê îlan kiribû.
Digel derbasbûna 6 salan hêna jî dem bi dem li dijî DAÎŞê operasyon tênê lidarxistin. (ÎLKHA)