Li Stockholmê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn vagonekî trêna lunaparqê ji rê derket.

Di vagona ku ji bilindahiya 30 metreyan ket de kesekî canê xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Birîndar ji cihê bûyerê bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyê.

Piştî bûyerê lunaparq hat valakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)