Qeza, li herêma Nawab Shah a wîlayeta Sîndha başûrê Pakistanê pêk hat.

Li gorî medyaya welat du otobûsên ku di yek alî de li ser hev dihatin li hev qelibîn.

Piştî qezayê ji ekîban re xeber hat şîyandin, li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û lêgerîn xelaskirinê hatin sewqkirin.

Ekîbên ku gihaştin cîhê bûyerê diyar kirin ku 10 kesan canê xwe ji dest dan, ji 40î zêdetir rêwî jî birîndar bûn.

Ekîban, mirovên birîndaran bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyan.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)